DOLAR 31,1921 0.15%
EURO 33,8279 0.04%
ALTIN 2.037,810,25
BITCOIN %
Ankara
14°

AZ BULUTLU

02:00

İMSAK'A KALAN SÜRE

37 okunma

Hêlîna li ber xerabûnê

ABONE OL
23 Eylül 2023 03:00
0

BEĞENDİM

ABONE OL

Dilawer Zeraq

Gava em bi çavek şûngehî (mekanî) bala xwe didin zimên, serê pêşîn pirsa “gelo zimanê zikmakî li ku derê heyî dibe?” xwe dixe nav pirsê. Berî ku ez têkevim nav hewla peydekirina bersivê, pêwîst e ez ji serî de bêjim, carinan gengeşî li ser têgihan tê kirin, loma jî em tê de dimînin û ji xwe re dibêjin, “gelo zimanê dayikê ye an zimanê zikmakî ye?” Ev têgih, di serê min de, li ser têgiha şûngehê rûdinê û hemû pêzanînên min û angaştên ez dikim jî, li ser vê rûniştinê didin der û ez çêtir dibînim ku di vê nivîsarê de, têgiha zimanê zikmakî bi kar bînim.

Wekî watedariya çandî, gelêrî, kargînî (fonksiyonelî) û bibîrxistinî (associative), peyva zik, ne tenê beşeke laşê mirovan e; di heman demê de, şûngeheke navîn e (interior space) ku di kurmancî de, bi gelek wateyên xwe yên pêreyî û metaforîk cî girtiye. Yek ji wan wateyan, di derbirana biwêjî ya wekî Zik anînê (1) de bi me ve xuya dike ku nîşan bi zarokanînê dike. Di vê biwêjê de, peyva zik; bi çalakiyeke bibîrxistinî û kargînî û bi wateyeke şûngehî berê me dide, gotina zimanê zikmakî ku peyva zik; di peyva hevedanî ya zik+mak+î de jî, bi wateya xwe ya kargîniya biyolojîk û fizîkî (û her wiha genetîkî jî) bi pêş de tê û em wê bi wateya wê ya şûngehî û bi metaforîkbûna wê ya çandî-gelêrî fam dikin.

Her wiha, têgiha hêlînê, wekî avaniyeke têhewînê, beşa wê ya têketin û derketina wê jî, di serî de, ji alî avakarên wê ve tê diyarkirin. Loma jî, hêlîn bi hemû awa û taybetiyên xwe ve, şûngeha yekem ya hebûnê ye û heyînek, di wê şûngehê de, leqayî hin hêman û kartêkan dibe (2); û ew kartêk dibin sedem ku heyîn hay ji hebûn(iy)a xwe bibe. Her wiha, em dikarin bêjin; hebûna heyînekê serê pêşîn di hêlînê de tê xuyan, pê re jî wekî ruh, laş û gewdeyekê çêdibe.

Herçî zik e, ew jî hêlîn e ku mirov wekî heyînekê tê de dihewe û bi kurm û taybetî û genetîka wê hêlînê tê xweyîkirin û tê mezinkirin. Di demajoya vê mezinbûn û xweyîkirinê de, tiştê herî taybet û karakterîstîk ev e; nîşaneyên hûrik yên kesayetiya zimanî û pê re jî hebûn(iy)a neteweyî didin der. Nîşaneyên ketî behsê, ji dinyaya esasî ya mirov e ku bi saya hin kartêkên zik an jî bi hêlînê ava dibe.

Yek ji wan kartêkên diyarker, ziman e. Agahiyeke giştî ya zanistî ye ku mirov di zikê dêya xwe, yanî di hêlîna pêşî de, bi rêya deng, pelandin, bihîstin û hestpêkirinê, leqayî ziman tê. Ziman bi hemû aliyên xwe ve bandorê li mirov dike; dikeve ruh û canê mirov û piştî ku mirov berê xwe ji hêlînê dide bi alî der ve, êdî ziman bi xwe dikeve kirasê şûngehê û ji heyîna mirov û ji çêbûna kesayeta neteweyî ya mirov re dibe hêlîn.

Her çend, rastiya heyî û ya zanistî wisa be jî, îro ro, beşeke mezin ji kurdên bakur, piştî ku çavên xwe li rojê vedikin, leqayî paceyeke bi navê tirkî dibin. Paceya bi navê tirkî; li şûna ku ev pace ji mirovên kurd re bibe bergeheke dîtir ya ji bo dîtina dinyayê, bi pêkanînên asîmîlasyonê, dibe derba rûxîner û kujeka parçeyên kesayetiya neteweyî.

Derba ketî behsê, serê pêşîn dest datîne ser hemû kartêk, rol û derfetên hêlînê ku bi hewandineke sirûştî hatine peydekirin. Her kurdek ku pêwendîya xwe bi hêlînê re heye, bi çend awayên ji hev cuda, rastî derbên rûxîner û kujek tê ku hem bandorên wan derban hem jî dongiya wan bi çend awayan didin der.

🔸 Ger kurdek, di zikê dêya xwe, yanî di hêlînê de, bi rêya deng, pelandin, bihîstin û hestpêkirinê leqayî zimanê kurdî bûbe û piştî jidayikbûnê, zimanê wî û zimanê dêya wî yê jîyanê kurdî be û bi vî zimanî pêwendiyeke çalak bi dinyaya esasî re danîbe, ew kurd; piştî ku leqayî derbê, yan leqayî bandora tirkî dibe, mîna pelekî kurisî ku kurman ew xwaribe, qulqulî û di xwe de kêm dibe û ew kurd; heta li dinyayê xweş be, pêwendiya wî ya bi hêlînê re heyî, bi awayekî seqet (kirî) dikude.

🔸 Ger kurdek, di zikê dêya xwe, yanî di hêlînê de, bi rêya deng, pelandin, bihîstin û hestpêkirinê, hindikî be jî, leqayî zimanê kurdî bûbe û piştî jidayikbûnê, wekî jiyanî, zimanê dêya wî ne kurdî be û pêwendiya wî ya çalak ya bi dinyaya esasî re bi zimanê tirkî be, hingê ew kurd; heta li dinyayê xweş e, pêwendiya wî ya bi hêlînê re heyî, bi awayekî qutbûyî û ji hev dûrketî dikude.

🔸 Ger kurdek, di zikê dêya xwe, yanî di hêlînê de, bi rêya deng, pelandin, bihîstin û hestpêkirinê, qet leqayî zimanê kurdî nebûbe û piştî jidayikbûnê, zimanê wî û zimanê dêya wî yê jîyanê ne kurdî be û pêwendiya wî ya çalak ya bi dinyaya esasî re bi zimanê tirkî be, di vê rewşê de; zimanê zikmakî yê wî kesî, ne kurdî ye; û ew kurd heta li dinyayê xweş e, tenê bi awayekî genetîk kurd e.

Îro ro, derbên giyanî, laşî û hişî ku li bakur, li me kurdan ketiye, dil û mêjiyê me jî kiriye beş bi beş.

Ji ber vê yekê, di warê çêbûna rengê kesayetiya neteweyî de, ruhê kurdbûnê, kurkusî, qutqutî û dûrketî ye.

Digel wê jî, kesayetiya neteweyî ya taybet ya ku serê pêşîn bi zimên kakil digire, pê xweyî dibe û kirasê hebûn(iy)ê li xwe dike, roj bi roj, bi awayekî giştî û bêyî ku bi gelek kurdan re çêbibe, reng ji xwe berdide.

Û hêlîn; warê ku ziman hewandiye û ji zimên re bûye şûngeha hebûn(iy)ê, derbxwarî, jitaqetketî ye û digel kesayetiya neteweyî, li ber xerabûnê ye.

Binêr:
1 – Zeraq Dilawer (2015), Ferhenga Biwêjan a Mezin (Kurdî-Kurdî), Weşanên Lîs.
2 – Di vê şûngeh(iy)ê de, ez pişta xwe didim gotina Martin Heidegger; û pê re jî, destnîşankirina wê ya şûngehê, ne wekî “mal” lê belê wekî “hêlîn” fam dikim û çêtir dibînim ku gotina wî, di kurdî de, wekî “ziman hêlîna hebûn(iy)ê ye” were wergerandin.

En az 10 karakter gerekli


HIZLI YORUM YAP
300x250r
300x250r

Veri politikasındaki amaçlarla sınırlı ve mevzuata uygun şekilde çerez konumlandırmaktayız.

deneme
dedektif | özel dedektif | fixbet giriş